Текст песни Memo Seyda - Galte
0 чел. считают текст песни верным
0 чел. считают текст песни неверным
|
Xwirînî pir xweş e, qeymax û hingiv Dema taştê li ser masê bibin çiv Penîr û hem şebeş vê ra tenûrî Hinek hêkên qelandî, lê nebûrî Reçel deyne bi wan re, lê hejîr bî Bes e ev qas ku mazûlvan feqîr bî Firavîn, ba giran bî, goşt û savar Nema karin bixwin heta bi êvar Divêm goştê mirîşka, yan tilûra Biraştî bî di nav arê tenûra Dused axîn ji ber derdê kibabê Eger karî, li ber deynî şerabê Hevîrgoştek li ber deynî çi baş e Hinek tirşî hebî, Seyda ne şaş e Li hember min hebî şoxek birûreş Perîreng û gulîşeng wek gula geş Li ser sîngê memik rengê henara Li çolê bin, li ber dar û zinara Ku dengê şîp û bayê bên guhê min Gelek xweş bin dilê min û cihê min Li vir goştê du berxan, lê biraştî Bi hestî ve hemî perçên qelaştî Mela Namî girêdayî li wê bî Bi min xem nakî ko çavê wî lê bî Mela Tahir ji wê de bê bi rojî Bi yek kasê nimêjên xwe bisojî Silê qehwa xwe bênî piştî xwarin Bibênî ta sipîdê em şîyar in Bikî lew lew zimanê xwe li dev xî Vexwî heta sed pihna li şev xî Hiseyn Dilgeş, bela dilgeş bibî ew Vexwî heta wilo serxweş bibî ew Xelosîtî li wir bî, lê nexweş bî Ji birçîna diran lê wek refeş bî Şerîfo, hem Emûsê bên ji qestî Ji ber me qet nemabin goşt û hestî Dijûnên pîs û çêran ba bikin ew Bi mizgeft û bi dêran da bikin ew Vexwim heta bibim sermest û serxweş Bi şadî û bi ken bim wek gula geş Ku êvar hat, divê maza me pir bî Dixwazim şengeşoxa min li wir bî Hinek dendik, hinek fisteq hebin, lê Ji gerson re bibêjin ba sivik bê Kibab û perçe perçe hin hevîrgoşt Eger kûçik hebin, dîsa nebê oşt Bila şêrîn bi şîranî bibêjî Bila Seyda ji çavan xwîn birêjî Wekî Ferhadê Şêrîn yan Memê Zîn Bi vî rengî bila bimrî Cigerxwîn |
|
Еда очень вкусная, сливки и мед.
Когда завтрак подают на стол,
На плите сыр и ветчина.
Несколько вареных яиц, но не вареных.
К ним варенье, но осторожно.
Этого достаточно, чтобы сделать бедняка бедным.
Завтрак, дует сильный ветер, мясо и овощи.
Они не смогут есть до вечера.
Я хочу курицу или индейку.
Запеченную в духовке в муке.
Сотня вздохов от боли от кебаба.
Если получится, перед винным долгом.
Как хороша еда перед долгом.
Есть некоторая кислинка, Сейда не ошибается.
Напротив меня красная ветка.
Красочная и ароматная, как яркая роза.
На груди цвет хенары.
Быть в пустыне, у дерева и скалы.
Там, где до моих ушей доносится шум ветра.
Мое сердце и место очень счастливы.
Вот мясо двух ягнят, но жареное.
С костями, все куски. вырезать
Мела Нами связана с этим
Не беспокойся обо мне, если его взгляд направлен на это
Мела Тахир из этого постится
С одной чашкой молитвы, выпей кофе после еды
Скажи мне, что мы не спим до рассвета
Сделай это, приходи, наша еда должна быть великолепной
Я хочу, чтобы мои шангешокс были там
Немного толстых, немного фисташек, но
Скажи официанту, чтобы принес легкий ветерок
Кебаб и несколько кусочков теста
Если будут собаки, больше не приходи
Пусть она скажет сладкое от сладости
Пусть у Сейды кровь из глаз
Как у Ферхаде Шерин или Меме Зин
Вот так должна умереть Сигерхвин
